HRW: Tirkiye li Efrînê sivîlan dikuje

Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) liser Operasyona Efrînê ya Tirkiyê û bandora wê li sivîlan raporek berfereh weşand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Mafên Mirovan (Human Rights Watch) liser Operasyona Efrînê ya Tirkiyê û bandora wê li sivîlan raporek berfereh weşand.

HRW destnîşan dike ku, tenê di rojên 21, 27 û 28ê Çile de di encama êrîşên ser bi Efrînê de dinav de 17 zarok 26 sivîlan jiyana xwe jidest da ye.

Rapor liser didewaniya 7 mirovên di nav bûyeran de bûyî, wêneyên ji bûyeran û şopandinên satelitan hatiye amade kirin.

Rapor rexneyên giran li êrîşbariya Tirkiye hemberî sivîlan dike û diyar dike ku, Tirkiye hewl nade zerarên sivîlan bighîne astên kêm.

HRW diyar dike ku, ji derveyî daxûyaniyên Tirkiye ku şervanên YPGyî nêzîkî cîhên rûdanan bûn e, rastiya vê nîn e û di rûdanên pêkhatî de şervanên YPG ne li deverên bûyeran bûn e. Xelkê sivîl di nav çadiran de hatine armanc kirin. Bûyera li gundê Kobla di 28ê Çile de, wekî nimûneya vê yekê tê destnîşan kirin. Di wê bûyerê de, di encama ûrîşên Tirkiye 8 sivîlan jiyana xwe jidest da ye, ku 5 ji wan zarok bûn e.

HRW herweha dide xûyakirin ku, ji desthilata Tirkiye re liser van bûyeran name hinartiye, lê tu bersîv wernegirtiye.

 

 

C.B