Erdogan daxwaza radestkirina Salih Mislim dike

Erdogan: Ez bi hêvî me welatê Çîk Salih Mislim radestî me bike. Piştî radestkirina wî, wê Tirkiye bi dadmendî serederiyê li gel wî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, ji welatê Çîk xwest ku hevserokê berê yê PYDê Salih Mislim radestî Tirkiyê bike.

Recep Tayip Erdogan li bajarê Urfa, beşdarî şeşemîn kongirê asayî yê partiya xwe bû û di gotarekê de got: "Ez bi hêvî me welatê Çîk Salih Mislim radestî me bike. Piştî radestkirina wî, wê Tirkiye bi dadmendî serederiyê li gel wî bike".

Ji aliyê xwe ve jî wezareta dadê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got: "Ji bo radestkirina Salih Mislim ji Tirkiyê re, me dest bi bizavan kiriye".

Duh 25ê Sibatê 2018an, desteserkirina hevserokê berê yê PYD Salih Mislim, li Praga paytexta Çîkê hat ragihandin. Medya PYDê jî diyar kir, ku desteserkirina Mislim ji aliyê polîsê Çîk ve, li ser daxwaza Tirkiyê bû. Herwiha PYD desteserkirina Mislim bi karekî neyasayî binav kir û daxwaza berdana wî li welatê Çîk kir.

Pêştir jî medya nêzîkî PYDê ragihandibû, ku Salih Mislim, bi mebesta beşdarîkirinê di konfiransekê de, serdana welatê Çîk kiribû û ji aliyê dezgeha hewalgiriya Tirkiyê ve ku bi navê MÎTê tê naskirin, çavdêrî li wî dihat kirin û piştre ji aliyê polîsên Çîkî ve hat desteserkirin.

Hikûmeta Tirkiyê di Mijdara 2016an de, yadaştek ji desteserkirina Salih Mislim û 47 berpirsên din yên PYD derxist û ji bo radestkirina Mislim bêtirî yek milyon Dolar destnîşan kir.

Salih Mislim Mihemed, di sala 1951ê de, li gundê Şêran yê ser bi bajarê Kobanê ve jidayik bûye.

Li bajarê Kobanê xwendina xwe ya seretayî bidawî kiriye û piştre li xwendingeha El-Kewakibî li bajarê Helebê, di sala 1969an de, xwendina xwe ya paşnavendî di beşê zansitî de bidawî kiriye.

Piştre ji bo xwendina zanîngehê diçe Stenbolê û li Zanîngeha Teknîkî/ Kolêja Endazyariya Kîmya dixwîne û sala 1977an xwendina xwe temam dike, paşê berê xwe dide Londonê daku zimanê Ingilîzî fêr bibe. Di pey wê re diçe welatê Siûdiyê û dibe karmendê Dezgeha Ptromîn ya ser bi wezareta petrola Siûdiye ve, her li wî welatî bi riya çend hevalên xwe yên Kurd, dibe endamê Partiya Karkirên Kurdistanê.

Di Sala 1991ê de, veidgere Kobanê û karê xwe yê asayî weke endazyarekî di warê kîmyayê de dike bêyî ku ji karê hizbî û siyasî dûr bikeve.

Di sala 1998an de, bû endamê polîtbîroya Partiya Hevgirtina Niştimanî ya Demokratî, lê ji ber ku wî hêviyên xwe di wê partiyê de nedît, di sala 2003yan de, bû endamê Komîta Bicîkar ya PYD, Mislim di wî postê xwe de maye, heya ku di Êlûna sala 2010an de, di kongirê 4an yê PYDê de, wek hevserokê wê partiyê hat hilbijartin û heya sala 2017an di wî postî de ma.

Di Êlûna sala 2017an de, PYDê kongirê xwe yê 7an li bajarê Rimêlan lidar xist û têde Şahoz Hesen li şûna Salih Mislim weke hevserokê PYDê hat hilbijartin, piştre Salih Mislim wek Endamê Komîta Dîplomasî ya TEVDEMê hat hilbijartin û heya niha di wî postî de berdewam e.

N.O