YPG êrîşeke Tirkiyê li Efrînê têk bir

YPG: Piştî ku şervanên me êrîşeke Tirkiyê li derdora Cindirêsê têk birin, artêşa Tirkiyê navenda wî bajarî bordûman kir

K24 - Navenda Nûçeyan

Ajansa Hawar ya nêzîkî YPG ragihand, ku îro artêşa Tirkiyê êrîşeke berfireh li ser bajarokê Cindirês destpê kir, lê şervanên YPG û YPJ berevaniyeke dijwar kirin û êrîş têk birin.

Li gorî wê ajansê: "Piştî têkbirina wê êrîşê, hêzên Tirkiyê navenda Cindirêsê bordûman kir".

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li Efrînê ket roja xwe 38an de û li gorî dawîn amarên Encûmena Tendirustiya Efrînê, bêtirî 150 kesî şehîd bûne û nêzîkî 700 kesên din jî birîndar bûne.

Piştî mehekê ji destpêkirina operasyona Tirkiyê, Hêzên Şeibî yên ser bi Hikûmeta Sûryê ve, li ser daxwaza YPGê derbasî Efrînê bûn bi mebesta ku li kêleka YPG berevaniyê di ber Efrînê de bikin.

Berî niha jî, fermandeyekî Hêzên ser bi Hikûmeta Sûryê ve ji K24ê re ragihandibû, ku hêzên wan li bereyên şer belav bûne û li berevaniyê li xelkê Efrînê dikin.

Li ser wê pirsê nûşegihanê Kurdistan24ê li Efrînê ragihand, ku heya niha 4 çekdarên hêzên ser bi Hikûmeta Sûryê ve hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûne.

N.O