“Divê Kurd ji proseya siyasî ya Iraqê vekişin”

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemantoya Iraqê daxwaz dike, Kurd di zûtirîn dem de bi tevahî ji Bexdayê vekişin û hilbijartinên Iraqê jî baykot bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemantoya Iraqê daxwaz dike, Kurd di zûtirîn dem de bi tevahî ji Bexdayê vekişin û hilbijartinên Iraqê jî baykot bikin.

Serokê Fraksiyona PDK li parlemantoya Iraqê Erefat Kerem di çarçova beşdarbûna di bernameya “Basî Roj” a K24ê de ragihand, “Li Bexdayê çendîn biryar li dijî Herêma Kurdistanê derdikevin û em wek Kurd jî bêdeng in. Pêwîst e di vê demê de helwesta me li dijî sizayên Heyder Ebadî yên ser Herêma Kurdistanê hebe. Serkirdatiya siyasî ya Kurd biryara vekişandina ji proseya siyasî ya Iraqê bide.”

Herwiha got jî: “Niha pirsa cewherî ya xelkê Kurdistanê ew e, ta kengî li Bexdayê bimînin? Ji ber wê pêwîst e biryara vekişana bê dayîn û ji fermanberan û ta Serokomar ku Kurd e ji Bexdayê vekişin. Herwiha pêwîst e jî wek Kurd hilbijartinên Iraqê baykot bikin, ji ber ku gelekî nexweş e nûnerê Kurd li Bexdayê hebe û biryarên li dijî Kurd bê derkirin.”

Erefat Kerem daxwaz ji Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm kir jî: “Her çi zûtir bê ser xetê û bêdeng nebe li hember wan hemû biryarên li dijî Kurd. Herwiha divê serkirdatiya siyasî ya Kurd bicive û biryara vekişandina ji Iraqê bide.”

Ev yek di demekê de ye, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryara daxistina firokxaneyên Herêma Kurdistanê ta meha dawiya meha Gulana bê de dirêj kiribû û soza birêkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî cibibî nekiribû.