Civîna her sê serokatiyên Iraqê bê encam bidawî hat

Civîna her sê serokatiyên Iraqê derbarê bûdce û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de bê encam û biryareke diyarkirî bidawî hat.

K24 – Navenda Nûçeyan

Civîna her sê serokatiyên Iraqê derbarê  bûdce û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexda de bê encam û biryareke diyarkirî bidawî hat.

Nûçegihanê Kurdistan24 li Bexdayê got ku, her sê Serokatiyên Îraqê li mala  Serokomarê Îraqê Fûad Mesûm, di derbarê krîza niha ya Îraqê û dîtina rêçareyekê ji bo çareserkirina vê krîzê civiyan. Herwiha  di civînê de danûstandin li ser bûdceyê hate kirin, da di zûtirîn dem de bê pejrandin û tevahiya astengiyan li pêşiya pejirandina vê yasayê bê rakirin.

Li aliyekî din  Peyvdarê nivîsîngeha rojnamevanî ya Serokwezîrê Iraqê di daxûyaniyekê de eşkere kir ku, ne pejrandina bûdceya sala 2018an ziyanê dighîne berjewendiyên gelê Iraqê û ji ber vê yekê daxwazê ji Parlemanê dikin, berpirsyaretiya vê yekê li xwe bigre û lez bike ji bo pejirandina bûdceyê.

 

C.B