Kompanya Amerîkî ya taybet bi çêkirina tankên Abrams stafê xwe ji Iraqê kişand

"Nîvê hejmara tankên Abrams yên li cem Artêşa Iraqê, pêwîstiya wan bi çakkirinê heye û piştî ku wê kompaniyê stafê xwe ji Iraqê kişand, kes tineye wan tankan çak bike".

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporeke govara Foreign Policy ya Amerîkî, Kompanya General Dynamics Land Systems, hemû stafê xwe ji Iraqê kişandiye, ew jî piştî ku neh tankên Abrams ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine bikaranîn û ew yek jî bûye cihê dilgiraniya Amerîka.

Di wê raporê de hatiye, ku nîvê hejmara tankên Abrams yên li cem Artêşa Iraqê, pêwîstiya wan bi çakkirinê heye û piştî ku wê kompaniyê stafê xwe ji Iraqê kişand, kes tineye wan tankan çak bike.

Jêderekî ji Kompaniya General Dynamics Land Systems, ku nexwestiye navê wî eşkere bibe, ji govara navhatî re got: "Hikûmeta Iraqê hin tankên  Abrams ji destê milîsên Heşda Şeibî derxistiye, lê wê yek Hikûmeta Amerîka razî nekiriye û îdara Trump ji Bexdayê re gotiye, heya ku tevahiya wan tankan ji destê milîsên ser bi Îranê ve dernexîne ew razî nabe û wê rêketin û girêbestên di warê biçekirina artêşa Iraqê de, li gel Bexdayê rawestîne, lê heya berî kişandina stafê kompaniya me, Hikûmeta Bexdayê ew gefên Îdara Trump bawer nedikir".

Di 16ê Cotmeha sala derbasbûyî de, milîsên Heşda Şeibî yên ser bi Îranê ve, piştî rêketinekê li gel hin berpirsên YNK, bi tankên Abrams êrîşî sengerên Pêşmerge kirin li Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên ji derveyî îdara Herêma Kurdistanê, di encamê de ew navçe dagîr kirin, piştre jî wan milîsan êrîşa xwe bi wan tankan, berdewam kirin heya ku hêzên Pêşmerge li bajarokê Pirdê di dastanekê de, yek ji tankên Abrams teqandin, ku bihêztirîn tank e li ser astê cîhanê û vê yekê karvedaneke mezin li pey xwe anî, ku di encamê de, Amerîka gefa sepandina sizayan li ser Iraqê kir, heger Bexda wan tankan ji milîsên Heşda Şeibî nestîne.

N.O