Nêzîkî 9 milyon Iraqî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye

Berpirsên Iraqî: Pêwîstiya Bexdayê bi nêzîkî 100 milyar Dolar heye daku navçeyên wêranbûyî jinûve ava bike

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro ofîsa Netewên Yekgirtî ji bo Karûbarên Mirovî li Iraqê ragihand: "Bi milyonan Iraqî pêwîstiya wan bi alîkariyan heye".

Wê ofîsê derbarê xirabiya rewşa jiyana beşekî mezin ji welatiyên Iraqî daxuyaniyek belav kir û têde diyar kir ku 8.7 milyon Iraqî bi awayekî ji aweyan pêwîstiya wan bi hevkarî û alîkariyê heye.

Tevî ku di daxuyaniyê de, ew ofîs dibêje ewê hemû bizavên xwe bike ku bi berdewamî li nav kampan û navçeyan, alîkariyan li ser kesên hejar û hewcedar belav bike, lê rewş gellekî dijwartir û xirabtir e, ku ew ofîs bitena xwe karibe bi awayê pêwîst alîkariya wan kesan bike.

Şerê nêzîkî 4 salan yê li dijî DAIŞê û gendelî li nav dezgehên dewletê û destwerdana biyanî û nebûna biryara Iraqî ji bo çarekirina kêşeyan û encamên cengê, rewşa abûrî ya Iraqê xirabtir kirye, ji bilî wan sedeman jî, daketina nirxê petrolê, bandoreke mezin li ser bûdceya Iraqê kir.

Bi gotina berpirsên Iraqî, bi taybet serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, bi sedema wêranbûna beşekî mezin ji navçeyên bakur û rojavayê Iraqê û şerê dijî DAIŞê, pêwîstiya Bexdayê bi nêzîkî 100 milyar Dolar heye daku navçeyên wêranbûyî jinûve ava bike, bi awayekî ku ew malbatên mişext bûne, karibin li deverên xwe vegerin.

N.O