Hewalgiriya Iraqê dezgehên emnî yên Kerkûk li ser êrîşeke DAIŞê haydar dike

Girûpek ji 20 heya 30 çekdarên DAIŞê, li navçeyên "Tel Heme" li pişt gundê Heftexar yê ser bi Daqûqê ve, kom bûne û pilana êrîşan danîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî belgenameyekê ku bidest nûçegihanê Kerkûkê yê Kurdistan24ê ketiye, polîsê parêzgeha Kerkûkê, li ser zanyariyên dezgeha hewalgiriya Iraqê, dezgehên emnî haydar kiriye û pêşbîniya êrîşekê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve kiriye.

Li gorî wê belgenameyê, polîsê Kerkûkê, girûpek çekdarên DAIŞê, ku hejmara wan ji 20 heya 30 çekdarî pêk tê, li navçeyên "Tel Heme" li pişt gundê Heftexar yê ser bi Daqûqê ve, kom bûne û pilana êrîşan danîne.

Li gorî heman belgenameyê, çekdarên DAIŞê cilên serbazî li xwe kirine û dixwazin êrîşî bingeh û navendên emnî bikin.

Her di wê belgenameyê de, ji dezgehên emnî yên Kekrûkê hatiye xwestin ku tedbîrên pêwîst li dijî wê girpê bistînin û rê li ber êrîşa wan bigirin.

Ev demek e tevgera çekdarên DAIŞê li derdora parêzgeha Kerkûkê zêde bûye û li wan navçeyan çend caran jî êrîşî hêzên Iraqî kirine.

N.O