Encêla Reşo: Pêwîstiya Efrînê ya bilez bi dermanan heye

Hevseroka Encûmena Tenduristiyê li Efrînê Encêla Reşo radigihîne, ta niha ti alîkariyeke tenduristî derbasî Efrînê nebûne û pêwîstiyan a bilez bi dermanan heye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Encûmena Tenduristiyê li Efrînê Encêla Reşo radigihîne, ta niha ti alîkariyeke tenduristî derbasî Efrînê nebûne û pêwîstiyan a bilez bi dermanan heye.

Hevseroka Encûmena Tenduristiyê li Efrînê Encêla Reşo ji K24ê re ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê di 44 rojên derbasbûyî de zêdetir li ser sivîlan bû. Herwiha xalên tenduristiyê bûbûn armanca artêşa Tikrkiyê, ku îro xaleke Heyva Sor a Kurd li navçeya hat armanckirin.

Encêla Reşo da zanîn jî, ji destpêka êrîşa li ser Efrînê ve ta niha 621 welatiyên sivîl birîndar bûne û 212 sivîl jî şehîd bûne. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, eger heye hejmara kuştî û birêndaran ji vê zêdetir be, ji ber ku hin navçe hene tîmên tenduristiyê ji ber berdewamiya êrîşan nikarin bigihin wan navçeyan.

Da zanîn jî, ta îro ti alîkariyek dermanan ji ti alî û rêxistinên navdewletî negihîştine Efrînê û pêwîstiya wan a bilez bi dermanan heye.

Amaje bi wê jî kir, karwanek alîkariyan ji Xaca Sor a Navdewletî gihîşt Efrînê, lê derman û pêwîstiyên teduristiyê di nava wê alîkariyê de nebû.

 

S. B