Di demeke nêzîk de firîngehên Kurdistan tên vekirin

Amerîka biryara navberiyê di nav Hewlêr û Bexdayê de dan û bi awayekî ciddî hatine ser xetê û pêwendî di nav Hewlêr û Bexdayê de, bi serperiştiya Amerîka destpê kirine

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyên bidest Kurdistan24ê ketine, di demeke nêzîk de, wê Hikûmeta Iraqê biryara rakirina dorpêça ezmanî ji ser firîngehên Kurdistanê bide û geştên navdewletî li herdu firîngehên Hewlêr û Silêmaniyê destpê bikin.

Çend jêderên haydar nûçeya vekirina firîngehan ji Kurdistan24ê re piştrast kirin û tekez kirin, ku Bexda soz daye di zûtirîn dem de, biryara vekirina firîngehan bixe warê bicîkirinê de.

Di dema serdana şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî de ji bo Amerîka û lidarxistina çendîn civînên giring li gel berpirsên siyasî, serbazî û emnî yên Amerîkî, behsa tevahiya kêşe û nakokiyên di nav Hewlêr û Bexdayê de hat kirin.

Ji aliyê xwe ve berpirsên Amerîka biryara navberiyê di nav Hewlêr û Bexdayê de dan û bi awayekî ciddî hatine ser xetê û pêwendî di nav Hewlêr û Bexdayê de, bi serperiştiya Amerîka destpê kirine, berpirsên Iraqî soz dane ku di dema hatî de, bi çend pêngavên ciddî, wê bizava nêzîkbûn û bidawîkirina kêşeyan bikin, ji wan jî, çarekirina kêşeyên diravî  û vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê.

Roja 29-9-2017an, piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ku 93% ji xelkê Kurdistanê, deng ji bo serxwebûnê dan, Hikûmeta Iraqê bi awayekî takalî çend biryar li ser xelkê Kurdistanê sepand, ji wan jî qedexekirina geştên navdewletî li firîngehên Kurdistanê bû, ew jî weke toleyekê li xelkê Kurdistanê ji ber ku deng ji bo serxwebûnê dan.

Ev yek jî di demekê de ye, ku çendîn caran Bexdayê soza vekirina firîngehan daye, lê heya niha ew soz nehatine bicîkirin.

N.O