Kurd daxwaza civîneke çarenivîsî dikin

"Beramberî ew zulma li Kurdan tê kirin, pêwîst e hemû alî yek deng bin, pêwîst e hemû aliyên siyasî bicivin û biryarê li ser helwestên Bexdayê li dijî Kurdistanê bidin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku Perlemana Iraqê, pirojeyasaya budceya 2018an bêyî Kurdan pesend kir û ti hesabek ji bo mafên gelê Kurd nekir, gellek aliyên siyasî di wê baweriyê de ne, ku giring e hemû lihev bicivin û biryareke çarenivîsî derbarê pêşeroja karê siyasî yê Kurdan li gel Hikûmeta Iraqê bidin.

Di dema derbasbûyî de, Herêma Kurdistanê çendîn car niyetpakiya xwe ji bo çarekirina kêşeyan, di nav Hewlêr û Bexdayê de da xuyakirin, lê di dawiyê de, Perlemana Iraqê bêyî razîbûna Kurdan pirojeyasaya budceya 2018an pesend kir, vê yekê Kurd û Hikûmeta Iraqê li çargoşeya yekem vegerand.

Bi gotina beşek ji çavdêrên siyasî, Iraq naxwaze mafên Kurdan bide, vê yekê jî aliyên siyasî neçar kiriye ku li şêwazekî nû bigerin, ji bo karê siyasî li gel Hikûmeta Iraqê bikin.

Endamê serkirdatiya Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê Osman Karwanî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku baştirîn bijarde ji bo rewşa niha ya Kurdistanê, lihevkirina aliyên siyasî yên Kurdistanê ye û rêxistina navmala Kurdî ye, herwiha danîna pilan û pirojeyên hevbeş e ji bo rûbrûbûna wan pilanên ku li dijî pirsa Kurdî hatine danîn".

Aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê didin xuyakirin, ku Hikûmeta Iraqê bi çarenivîsa Kurdan dilîze û her rojekê biryarekê li dijî xelkê Kurdistanê derdixe, lewra giring e aliyên siyasî yên Kurdistanî, civîneke bilez lidar bixin ji bo biryarekê li ser pêşeroja Kurdan di piroseya siyasî de bidin.

Ji aliyê xwe ve, endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Cebar Mele Elî got: "Beramberî ew zulma li Kurdan tê kirin, pêwîst e hemû alî yek deng bin, pêwîst e hemû aliyên siyasî bicivin û biryarê li ser helwestên Bexdayê li dijî Kurdistanê bidin".

N.O