Ebadî: Mûçeyên fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê amade ne

"Ebadî xwestiye riyek bê dîtin ku wan mûçeyan bişîne Herêma Kurdistanê û bi awayekî zelal dadmendane bên dabeşkirin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Biryarderê komîta diravî di Perlemana Iraqê de, Ehmed Hacî Reşîd  eşkere kir, ku serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, agahî daye Perlemanterên Kurd ku mûçeyên karmend û fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiya Herêma Kurdistan amade ne û daxwaz kiriye riyeke guncayî ji bo wergirtin û dabeşkirina wan mûçeyan bi awayekî zelal bê dîtin.

Li gorî zanyariyên serokê firakisyona Komela Islamî ya Kurdistanê di Perlemana Iraqê de, Ebadî xwestiye riyek bê dîtin ku wan mûçeyan bişîne Herêma Kurdistanê û bi awayekî zelal dadmendane bên dabeşkirin.

Ji aliyê xwe ve, perlemanterê PDK di Perlemana Iraqê de Rênas Cano, ew nûçe ji malpera Kurdistan24ê re piştrast kir û got: "Ew axaftin ji ser zimanê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatine belavkirin.

N.O