Efrîn di bin agir de ye: 13 şehîd û bi dehan birîndar

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li ser navçeya Cindirêsê de 13 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ragihand, di encama bombebarana firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li ser navçeya Cindirêsê de 13 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi dehan sivîl jî birîndar bûn.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Heseke ji K24ê re ragihand, firokeyên artêşa Tirkiyê bi giranî navçeya Cindirêsê bombebaran kir û di encamê 13 welatiyên sivîl şehîd bûn, ku di nava wan 3 zarok hene û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve peyamêrê me li Efrînê jî da zanîn, gund û navçeyên Efrînê ji şeva bûrî ve bi giranî tê topbaran û bombebarankirin, ku zêdetir ji 22 welatiyên sivîl li gundên cuda birîndar bûn û jinek li gundê Qeretepe ya ser bi Efrînê şehîd bû.

Peyamnêrê K24ê da zanîn jî, êrîşa artêşa Tirkiyê zêdetir îro li ser gundê Qeretepe, Berbenê yê navçeya Raco, navneda bajarokê Cindirêsê, gundên Sînka, Meydankê, Dêrwîş yên navçeya Şera, gundê Erendê yê navçeya Şiyê û navenda navçeya Mabeta û gundê Şîtka ya ser bi wê ve bûn.

Ev êrîş di demekê de ye, duh Rêveberê Alîkariya Mirovî ya Netewên Yekbûyî Panos Moumtzis daxwaz ji hemû aliyan kir pabendî agirbestê bibin û da xuyakirin, hefteyek bi ser biryara agirbesta Netewên Yekbûyî re derbas bûye û ji Efrînê raportên binpêkirina biryarê û kuştina sivîlan digihin wan.

Her di wê derbarê de Hevseroka Encûmena Tenduristiyê a Efrînê Encêla Reşo duh ragihand, ji dema ragihandina agirbestê li Sûriyê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ta duh 33 welatiyên sivîl şehîd bûne.

Encêla Reşo di pêwendiyeke telefonî ji K24ê re jî da zanîn, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ta duh zêdetir ji 212 sivîl şehîd bûne û 621 sivîlên din jî birîndar bûne.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve îro ketiya roja 45emîn. Hevseroka Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê da zanîn, tîmên wan bi hemû erkên xwe radibin, lê pêwîstiya wan a bilez bi dermanan heye.

S. B