“Agirbest ji ber berjewendiyên Amerîka û Rûsya cibicî nabe”

Tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi ragihandina agirbestê li tevaya Sûriyê, lê ta niha şer berdewam e. Tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibîne ku berdewamiya şer li Sûriyê tê bi sedema ku dewletên xwedî rol in berjewendiyên wan li Sûriyê hene.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Tevî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî ya taybet bi ragihandina agirbestê li tevaya Sûriyê, lê ta niha şer berdewam e. Tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibîne ku berdewamiya şer li Sûriyê tê bi sedema ku dewletên xwedî rol in berjewendiyên wan li Sûriyê hene.

Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) didin zanîn, ku ne ji berjewendiyên dewletên xwedî rol in, şer li Sûriyê were rawestandin. Herwiha dibêjin tenê dema biryarek navdewletî ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê were dîtin dê şer li tevahiya Sûriyê were rawestandin.

Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Mihsin Tahir ji K24ê re got: “Dewletên li Sûriyê xwedî rol in, biryar di destê wan de ye, ew şer radiwestînin û gur dikin. Heger ew dewletî li ser berjewendiyan lihev nekin, biryarê navdewletî pûç dimînin û cibicî nabin. Ji ber wê em dibêjin kengî ew dewletên ku li Sûriyê xwedî rol in li ser parvekirina kêka Sûrî rêkeftin û lihev kirin wê demê pirsgirêka Sûrî dê hêdî hêdî bê çareserkirin.”  

Ji aliyê xwe ve serkirdeyên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) dibînin ku Rûsiya û Amerîka berpirs in di ber berdewamiya şer de ji ber diyar e şer berjewendiyên wan diparêze û ta ku ew berjewendiyên xwe bicî nekin şer li Sûriyê dê berdewam bike û di encamê de tu çareserî ji krîza Sûriyê re nayê dîtin.

Serkirde di TEV_DEMê de Telal Mihemed dibêje: “Amerîka û Rûsya dixwazin krîza Sûriyê dirêj bikin û dixwazin ji çareseriya siyasî bidûr bikevin. Dema şer bê sekinandin û hemû aliyên li ser erdê şer dikin pabendî agirbestê bibin, hêzên navdewletî neçar dibin çareseriyeke siyasî ji pirsgirêka Sûriyê re bibînin. Ev yek tê wateya ku hîna hêzên nevdewletî û welatên ku krîza Sûriyê di destê de wan ye, hîna negihîştina rêkeftineke navdewletî ji bo çareseriyekê ji Sûriyê re.”

Di 24ê meha Sibata bûrî de Encûmena Asayişa Navdewletî biryara 2401 ya taybet bi Sûriyê derkir û agirbesteke 30 rojî ji bo tevahiya Sûriyê ragihand.