Kalin: Divê Amerîka rê nede şervanên HSD ber bi Efrînê ve biçin

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bang li Amerîkayê kir û got, divê Amerîka rê nede şervanên HSDyê ji Minbicê derkevin û ber bi Efrînê ve biçin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bang li Amerîkayê kir  û got, divê Amerîka rê nede şervanên HSDyê ji Minbicê derkevin û ber bi Efrînê ve biçin.

Kalin herwiha diyar kir ko, berî niha wan çawa rê neda komên çekdar ên nêzikê hikûmeta Suriyeyê biçin Efrînê. Ew bi heman awayî nahêlin HSD ji Minbicê biçe Efrînê.

Kalin diyarkir: “Nabe hêzên YPGyê yên li Minbicê, ko di bin kontrola Amerîkayê de ne biçin Efrînê. Divê Amerîka wan asteng bike. Ger Amerîka asteng neke jî, em bergiriyên xwe werdigrin. Çend hêz rêbikin Efrînê bila rêbikin. Em li ser şerê xwe gelek bibiryar in. Wekî tê zanîn berî niha jî çend komên nêzikê rêjîmê hewl dan ko biçin Efrînê. Lê me nehişt ew biçin Efrînê û topan bi ser wan de barand”.

 

C.B