Li Diyarbekirê teqîn: Kesek mir û 4 kes birîndar bûn

Li Diyarbekirê di kargehe ku hilberîna balonan dikir de tupê ji gaza helyumu tijî teqîya û kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê di kargehe ku hilberîna balonan dikir de tupê ji gaza helyumu tijî teqîya û kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Diyarbekirê da zanîn, Li navçeya navendî ya Rezan di dikaneke nêzîkî Girtîgehê de  nîvro teqîneke bi dengeke şîd çê bû. Camên gelek xanî û kargehên li nêzîkî cihê bûyerê bûn şkestin. Teqîn li gelek deverên bajêr hat bihîstin. 

Li gorî ragihandina Rêveberê Ewlekariya Bajêr Tacetîn Aslan, destûra kargehê tune bûye ku wî karî bike. Derbarê bûyerê de lêpirsin didome.