Trump wezîrê derve yê Amerîka ji post dûrxist

Li gorî biryara Trump, rêvebirê Dezgeha Hewalgiriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo postê wezîrê derve yê Amerîka wergirt.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka Donald Trump biryar da, ku wezîrê derve yê Ameîrka Rex Tillerson ji wî postî dûr bixe.

Li gorî biryara Trump, rêvebirê Dezgeha Hewalgiriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo postê wezîrê derve yê Amerîka wergirt.

Herwiha Serokê Amerîka biryar da, ku cîgira serokê dezgeha CIA Gina Haspel bibe seroka dezgeha hewalgiriya Amerîka CIA, ku berî niha bi biryara Trump jî, di sala 2017an de, Haspel postê cîgira serokê CIA wergirtibû.

Li gorî zanyariyan, Îna derbasbûyî dema ku Tillerson serdana hin welatên Afrîqiya dikir, Serokê Amerîka ew biryara xwe ji wî re ragihand, vê yekê jî hişt ku Tillerson geşta xwe ji bo Afrîqiya bidawî bîne û li Amerîka vegere.

N.O