Mike Pence xweşhaliya xwe bi vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê anî ziman

Di daxûyaniya Koşka Spî de hatiye ku, Pence derbarê biryara rakirina dorpêçê ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, xweşhaliya xwe aniye ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor  daxuyaniyeke Koşka Spî  Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di çarçoveya pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pirsa vekirina firokxaneyên Herêma Kurdistanê û şandina mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê hate behskirin.

Di daxûyaniya Koşka Spî de hatiye ku, Pence derbarê biryara rakirina dorpêçê ser firokxaneyên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve, xweşhaliya xwe aniye ziman. Herweha jî, şandina mûçeyên fermanberan di demeke nêzîk de.

Serokê Fransayê, hukimetên Brîtanya, Almanya, herweha Yekîtiya Ewrûpa jî, pêşewaziya diyalog û çareserkirina çendîn pirsgîrekên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de kiribûn û piştgiriya xwe ya herêma Kurdistanê ya bihêz diyar kiribûn.

 

C.B