Efrîn dişewite: 18 şehîd û bi dehan birîndar

Firokeyên Artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike, di encamê de ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 45 sivîlan jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Firokeyên Artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike, di encamê de ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 45 sivîlan jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, ji şeva bûrî ve firokeyên şer yên artêşa Tirkiyê bi giranî navenda bajarê Efrînê bombebaran dike.

Li gor hejmara qurbaniyên ku Rewangehê belge kirine, ta niha 18 welatiyên sivîl şehîd bûne ku di nava wan 5 zarok hene. Her wiha zêdetir ji 45 welatiyên din jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên K24ê, Artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê ji du rojan ve gundên Maratê, Xelnêrê, Keferşîlê û Coqê yên li aliyê rojavayê Efrînê kontol kirin û nêzîkî taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bûne û hewl didin di wê taxê re derbasî bajarê Efrînê.

Herwiha Artêşa Tirkiyê mîlîşyayên çekdar ji aliyê riya Heleb Efrînê re jî ji taxa Eşrefiyê nêzîk bûne û bi giranî tê taxê topbaran û bombebaran dikin û hew didin têkevin wê taxê.

Êrîşa Artêşa Tirkiyê li ser Efrînê îro di roja 56emîn de berdewam e, li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî, ta niha 245 welatiyên sivîl ku ji nava wan 41 zarok in û 26 jin in şehîd bûne û bi sedan jî birîndar bûne.  

Herwiha Rewanghê duh ragihandibû, ji encama bombebarana tund a firokeyên Tirkiyê li ser navenda bajarê Efrînê, di heyama 24 demjimêran de, nêzîkî 30 hezar kes ji Efrînê derketine.

Li gor zanyariyên K24 li Efrînê  jî, piraniya  xelkê ku ji Efrînê direvin, berê xwe didin deverên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê li Heleb, Nubil, Zehra. Herwiha hejmarek ji wê  xelkê jî vedigerin gundên xwe yên  ku ketine bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar de.

 

S. B