HAK-PAR: Tevkujîya Helepçe, rûpeleke reş e di dîroka mirovantîyê de

Divê , ji iro û pê ve, baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi boneya salroja keraseta Helepçe, daxûyaniyek arasteyî raya giştî kir. Kopyeye jê gihişte K24.

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Li başûrê Kurdistanê, bajarê Helepçe, roja 16 yê sala 1988’an, bi tevkuştineke dirindehî alaya miroyetîyê serberjêr bar û bombeyên ket.Balafırên rejima faşist a Baasê,bi fermana Saddam Huseynê xwînrêj, bombeyên kimyayîyên jehrîbar bi ser bajarê Helepçe ve barana mirinê reşandin.Li encamê de, nêzîkê heft hezar Kurdê navçe hatin kuştin, ji deh hezaran zêdetir kes birindar bun û pênc hezar mal û avahî hatin hilweşandin û kawil kirin.Ev tevkûjî bi navê “Qetlîama Helepçe” kete dirokê.

 Hê jî li Helepçe birîna bedena bi dehan kesî sax nebûye.

Saddam hemû daxwazîyên kurdan bi dirindehî û xwinrêjî bersîv dikir. Saddam ji alîyek ve bi dewleta Îranê re şereke tund û dijwar dikir, di heman hal de jî, Kurdistanê bombebaran dikir.Rejima faşist a Baasê,bi navê ENFALê,seferberîyek birêve dibir ku ew yek tenê ji kuştina Kurdan berîte bu.Rejima nîjatperest Iraqê, ji bo gelên Iraqê, welat kiribu gola xwînê. Di seferberîya Enfalêde 182 hezar Kurd hatin kuştin.Heşt (8)hezar kes ji binemala Barzanîyan li berîya Besrayê bi saxî hatin binax kirin,bi dehan gund ji nexşeyan xera bun,pênç (5) hezar mal hatin xera kirin. Kurdistan bi destê faşistan bu goristaneke mezin.

Sala 1988’an demek bu kû mirovayetî tevizî bu,, bêdeng mabu.

Qeleçoya ( tevkuştin) Helepçe ne tenê ji bo Kurda, her wiha ji bo hemu mirovayetîyê drameke mezin bu.

Rejima nîjatperest û dirinde bi dehan keçên sêwî û bêkesmahîyên Kurd bi belge û ewraqên fermî wek “carîye “ firotibu dewletên Erab, bi taybetî jî dewleta Mısirê. Ev wehşetek bêhempa bu.

Libîre ku rejima Kemalist a Turkîyê jî,di salên 1937-38’an de, bi fermana Mistefa Kemal li Dersîmê ji bo tedîp kirina Kurdên Dêrsimê,dest bi tevkujîyek mezin kiribu. Balafirên Dewletê navçe bombebaran kiribun û bi deh hezaran Kurd kuştibun.Rejima Kemalist aTurk jî,wê demê keçîkên biçûkên bêkesmayî,dabu serbazan û pênasa wan winda kiribu.

Qedera wan keçikên ku ji bo wan “Keçikên bindawên Dêrsimê” tê gotin û qedera “ Keçên Enfalê” her wekî hevin. Ev şerma giran hê jî, li ser rûyê dewleta Turk e.

Pirsgireka Kurdan îro jî, li İran û Suriye û Turkîyê, hê jî berdewame.Zordestî û dijwarî û tundî niha jî, li rojava û rojhilat û bakûrê Kurdistanê didome.Divê were zanîn ku ev rê û şêwazên xwindar ne çarene ji bo çareserkirina pirsa Kurdî. Çareserî bi rêya demokratîk û mirovî, di şertên şahisteyî, wekhevî û dadmendî de ye û lazime pirsgireka Kurdan bi aştîyane were çareserkirin.

Divê , ji iro û pê ve, baş were zanîn ku heta pirsgireka Kurdan bi şêwazek aştîyane çareser nebe, aştî û ewlehî nayê Rojhilata Navîn.

İro li herêma Rojhilata Navîn,li Iraq û Suriyê, li başûr û Rojavayê Kurdistanê li himberê êrişên dirindehî û hovîtiya DAİŞ a terorist, hêzên şervanên Kurd bi mêrxasî û patrewanî li ber xwe didin.Tekoşîna şervanên Kurd ne tenê ji bo parastina Kurdane, lê, ew îro li navçe berxwedanek bijare ji bo parastina mafê mirovan û şerefmendîya mirovayetîyê jî didin.Şervanên Kurd bi gernasî,jîyana gelên navçe jî diparêzin.Ew gelên navçe ku di wextê xwe de, desthilatdarên wan bi top û bombeyan Kurda kuştibun û xwestibun ku fermana Kurda ji navçe rakin.

Ev şanazîya gelê Kurde ku şervanên Kurd, di rêya parastina mafê mirovan de canê xwe ji dest didin.

Ev yek dîyardeyek giringe ku Kurd çiqas dilxwaz û bengîyê azadî û demokrasîyê ne.

Xûyaye ku îro, Kurd li Rojhilata Navîn yekemîn zamin û parêzgerê aştî û ewlehîya navçene.

Sed heyf û mixabin ku Kurd hê jî, ji mafên xwe yên sereke yê mirovayetîyê bêparin.Kurd ji 50 milyonan zêdetirin û li ser erd û axa xwe hê jî, wek bîyanîyan dijîn, bê dewletin û qedera wan di destê rejimên nîjatperest de ye.

Dîyare ev zilm û zordestî ta ebed nameşe.Çare nîne zordestên navçe, rojekî her wekî Saddam Huseyn û Kimyasal Elî, wê,werin ber dadigehê û wê hesaba kiryarên xweyên qirêj, yek bi yek bidin.Çare nîne zordestî wê hilweşe.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan / HAK-PAR,di serde û her wiha hemu tevkûjîyên dirinde bi tûndî şermezar dikin. Bi vê minasebetê em Halepçe careke din bibîr tînin.

Helepçe jibîr neke,nekaribe jibîr bike û nede jibîr kirin.

Helepçe jibîr naçe.

16 Adar 2018

NİVSÎNGEHA RAGEYANDİN Û ÇAPEMENÎYÊ YA

PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN-HAK-PAR