Erdogan dagîrkirina Efrînê ragihand

Erdogan: "Navenda bajarê Efrînê ji demjimêr 08:30 sibehê ve, bi temamî hatiye kontrolkirin û ala Tirkiyê li nav bajar hatiye bilindkirin".

K24 - Navenda Nûçeyan

Îro yekşemê 18/3/2018an, serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ragihand ku, "Navenda bajarê Efrînê ji demjimêr 08:30 sibehê ve, bi temamî hatiye kontrolkirin û ala Tirkiyê li nav bajar hatiye bilindkirin".

Herwiha got: "PKK û Tevgera Gulen li dijî Tirkiyê tên bikaranîn û em zanin çawa şer li Sûryê birêve bibin".

Daxuyaniyên Erdogan di demekê de ne, ku ji vê sibehê ve, nûçeyên corbicor derbarê kontrolkirina bajarê Efrînê belav bûne.

Ji aliyê xwe ve, Artêşa Sûrî ya Azad, ku Tirkiyê piştevaniya wê dike ragihand, ku hêzên YPG ji navenda bajarê Efrînê vekişyane û Artêşa Azad dema derbasî bajar bû, rastî ti berevaniyê nehat".

Di beramber de ajansa Furat News ya nêzîkî PKK belav kiriye, ku bi sedema destpêkirina şerekî dijwar di nav Hêzên Sûrya Demokrat û artêşa Tirkiyê û ketîbeyên opozisyona Sûryê de, li taxên Eşrefiye û Mehmûdiye li nav bajarê Efrînê, hejmareke mezin ji serbaz Tirkiyê û çekdarên opozisyonê hatine kuştin û hejmarek ji wan hatine dîlkirin.

Ji aliyê xwe ve jî, heya niha YPG derbarê derbasbûna Artêşa Tirkiyê ji bo nav bajarê Efrînê, ti daxuyanî nedaye.

N.O