Erdogan berê xwe da HDP
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê dibêje, pêwîste HDP di nav Parlamentoya Tirkiyê de siyaseteke bi rêkûpêk bike û eger yên li çiyayê jî dixwazin siyasetê bikin, divê gef li komara Tirkiyê nekin. Eger gefên xwe berdewam bikin, ewê li hundir û derve operasyonên dijwar berdewam bikin.
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan –da diyarkirin:
"… Eger hun bi rêkûpêk di vê parlamentoyê de dimînin, bimînin. Yên li çiya jî eger bi siyaseteke rêkûpêk dikevin siyasetê bila bikevin. Lê me got, eger gef li Dewleta Komara Tirkiyê bixwin, em dê van deran ji wan re bikin goristan. Ji xwe, me ew xistin nav wan çalên ku vedabûn. Li wan deran tunêl vekiribûn, me ew tunêl bi ser wan ve herifandin. Heftiya bihurî ez li Diyarbekirê bûm. Me ew avahî hemû têk dan, em ji nû ve ava dikin. Mizgefta Qûrşûnî têk dan, em ji nû ve ava dikin."
C.B