Welatên Ewrûpa diplomatên Rûsî dersînor dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Ewrûpa ragihand, wekî encamek ji bûyera jehrîkirin û kuştina sîxûrê kevn ê Rûsî Sergey Skripal li Brîtanyayê, welatên Yekîtiya Ewrûpa dê diplomatên Rûsyayê dersînor bikin.
Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Ewrûpa wekî pêngava yekem Balyozê xwe li Rûsya vedikşîne û 20 welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa dê destpê bikin, diplomatên Rûsyayê ji welatê xwe dersînor bikin. Herweha tê çaverêkirin, çendîn pîngavên din jî hemberî Rûsya bên avêtin.
C.B