Iraq bersiva gefên Erdogan dide

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê red dike ku Tirkiyê ti operasyoneke leşkerî li Şingalê dest pê kiribe û ragihand, her êrîşeke derveyî li ser xaka Iraqê, bêdeng namînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Iraqê red dike ku Tirkiyê ti operasyoneke leşkerî li Şingalê dest pê kiribe û ragihand, her êrîşeke derveyî li ser xaka Iraqê, bêdeng namînin.

Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî ji ajanseke Iraqî re ragihand, “Hikûmeta federal a Iraqî derbarê destpêkirina Tirkiyê operasyoneke leşkerî li Şingalê, ti agahî nedane Wezareta Bergîriyê ya Iraqê.”

Got jî: “Agahiyên destpêkirina operasyona Tirkiyê li Şingelê dûrî rastiyê ne.”

Diyar kir jî, “Hikûmeta Bexdayê li hember destêwerdana leşkerî ya derveyî bêdeng namîne.” Herwiha got jî: “Operasyona Tirkiyê heger rast ba, dê agahiyên hikûmetê û Wezareta Bergîriyê jê heba.”

Ev daxuyaniya Wezareta Bergîriyê ya Iraqê piştî wê tê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip îro li Kongreya 6emîn a AK Partî li bajarê Trabzonê gotibû: “Operasyona Şingalê destpê kiriye.”

Tirkiye dibêje, çekdarên PKKê li Şingalê ne û Tirkiye wek Efrînê dixwaze derbasî navçê bibe.

Berî du rojan jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vekişîna ji Şingalê ragihandibû.

 

S. B