Tirkiye hêzeke nû dişîne sînorê Sûriye û Iraqê

Piştî vekişîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê, Enqerê dest bi êrîşeke leşkerî li ser Şingalê kir û ragihand, îro hêzeke zêdetir şande nêzîkî sînorê Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî vekişîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Şingalê, Enqerê dest bi êrîşeke leşkerî li ser Şingalê kir û ragihand, îro hêzeke zêdetir şande nêzîkî sînorê Sûriyê.

Ajansa “Anadolu” a Tirkî belav kir, îro Tirkiye hêzeke leşkerî ya nû ku ji 25 barhilgiran pêk tê û tank û zirîpoş hilgirtiye ji Erzeromê ber bi sînorê Sûriyê birê ketiye.

Şandina vê hêzê piştî wê yekê tê, îro Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, wan dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Şingalê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê ya Iraqê red kir ku Tirkiyê ti operasyoneke leşkerî li Şingalê dest pê kiribe û ragihand, her êrîşeke derveyî li ser xaka Iraqê were kirin, ew bêdeng namînin.

Tirkiye dibêje, çekdarên PKKê li Şingalê ne û ew wek Efrînê dixwaze derbasî navçê bibe. Berî du rojan jî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) vekişîna ji Şingalê ragihandibû.

 

S. B