Bexda hêzeke şerker dişîne Kerkûkê

Jêderekî leşkerî yê Iraqê ragihand, hêzeke şerker ji leşkergeha Diblin a li firokxaneya Bexdayê berve Kerkûkê kete rê û erkê wê yê sereke parastina riya di navbera Daqoq û Xurmatoyê dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî leşkerî yê Iraqê ragihand, hêzeke şerker ji leşkergeha Diblin a li firokxaneya Bexdayê berve Kerkûkê kete rê û erkê wê yê sereke parastina riya di navbera Daqoq û Xurmatoyê dibe.

Îro jêderekî leşkerî ku nexwast navê xwe aşkere bike ji malpera “Bexdad El-Yewm” a Iraqî re ragihand, ew hêz lîwayeke taybet bi Polîsa Federalî ye û berve Kerkûk birê ketiye.

Herwiha got, ew hêza şerker ji 1270 leşkerî pêk tê û li ser çend karwanan digihin Kerkûk û erkê wê yê sereke yê parastina riya di navbera Xurmato û Daqoqê li başûrê Kerkûkê û parastina bajaran e.

Şandina wê hêzê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, piştî wê tê ku Parêzgarê Kerkûkê yê ji aliyê hikûmeta Bexdayê ve hatiye spandin Seîd Cibûrî ragihandibû, niha çekdarên DAIŞê li navçeyên Kerkûkê derketine û bûne gefek li ser wê parêzgehê.

Ji hefteyekê ve, çekdarên DAIŞê êrîşî ser hêzên ewehiyê yên Iraqê û Heşda Şeibî li derdora Kerkûkê dike û nêzîkî 25 çekdarên Heşda Şeibî û endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

Di wê derbarê de Parlemanterê Kurd ê di parlemantoya Iraqê de Şaxwan Ebdulah ji K24ê re gotibû: “Piştî vekişîna Pêşmerge ji Kerkûk û navçeyên wê di 16ê Cotmehê de, niha rewşa Kerkûkê gelekî metirsyar e,  ku niha ew navçe li pêş DAIŞê vekirî ye.”

 

S. B