Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: Hewl didin alîkariyan bigihînin Efrînê

Hejmarek ji koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ji dibêje, dezgeha wan jî amadekariya hevkariya koçberên Efrînê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê gihîştin Başûrê Kurdistanê, Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Mûsa Ehmed ji dibêje, dezgeha wan jî amadekariya hevkariya koçberên Efrînê kiriye.

Mûsa Ehmed ji K24ê got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya hemû xelkê belangaz e, bi taybet ji Kurdê me re jî em wek erk li ser milê xwe dibînin. Me amarên wan wergirtine û tiştê ji destê me bê em kêmasiyê tê de nakin.”

Mûsa Ehmed got jî: “Ji destpêkê ve me hemû hewlên xwe dan ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê Efrînê re û serperişyarê dezgehê Mesrûr Barzanî jî got ku dixwazin alîkariyan bigihînin xelkê Efrînê, lê ji ber rewşa şer me nikarîn bigihin wî bajarî û niha jî ew hewla me berdewam e bo gihandina alîkariyan ji bajarê Efrînê re.”

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di 20ê Çileya bûrî de dest bi operasyoneke leşkerî li dijî Efrînê kir, ji ber êrîşan û rewşa şer zêdetir ji 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û zêdetir ji 700 sivîlî birîndar bûn. Herwiha nêzîkî 200 hezar welatiyên Efrînê koçber bûn, beşek ji wan jî gihîştine Başûrê Kurdistanê.

Herwiha bi derbasbûna Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji nava Efrînê re, mal û milkên Efrîniyan rastî dizî û talanê hatin û li gor zanyariyan niha rewşa mirovî li Efrînê di rewşeke metirsîdar de ye.

 

S. B