Dewleta Yasa naxwaze Hikumeta Iraqê şermezarî Heşda Şabî bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantarek Dewleta Yasa ragihand, hewlên Amerîka bo careke din belavkirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li navçeyên pirsgirêk li ser, hikumeta Iraqê li pêşya Heşda Şe'bî dixe şermezariyê de.
Parlemantarê Dewleta Yasa Casim Beyatî ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di danûstandinên digel serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê liser careke din belavkirina Hêzên Pêşmerge li navçeyên pirsgirêk li ser rêknekeftin e. Got jî, eger ew hewl rast bin, ku carek din dê Pêşmerge li wan navçeyan bên belavkirin, dê bibe sedemê dirustbûna aloziyên din. Hikumeta Iraqê li pêşya Heşda Şe'bî rastî şermezariyê bibe, jiber ku ew navçe ji aliyê Heşda Şe'bî ve hatine kontrolkirin.
C.B