Şerekî dijwar di nav hêzên Iraqê û çekdarên DAIŞê de li Xurmatû qewimî

Şerekî giran di navbera hêzên Iraq û çekdarên DAIŞê de, li navçeyên di navbera Kifrî û Xurmatû de berdewam e û artêşa Iraq firokeyên cengî jî di wî şerî de bikar tîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî zanyariyan, şerekî giran di navbera hêzên Iraq û çekdarên DAIŞê de, li navçeyên di navbera Kifrî û Xurmatû de berdewam e û artêşa Iraq firokeyên cengî jî di wî şerî de bikar tîne.

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Germiyan ragihand, ku îro artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî, li zincîreya çiyayên navçeya Xere û Qurçay, di navbera Kifrî û Xurmatû de, êrîrşî çekdarên DAIŞê kirin.

Nûçegihanê K24ê diyar kir, ku ji bilî hêzên zemînî, Artêşa Iraqî firokeyên cengî jî di şer bikar anîn.

Her li gorî medya Iraqî, di şerê îro de, çekdarekî DAIŞê berî xwe biteqîne ji aliyê hêzên Iraqî ve hat kuştin.

Ev yek di demekê de ye, duh li navçeya Hefayir li nêzîkî Se'idye li sînorê parêzgeha Diyale, çekdarên DAIŞê êrîşî çekdarên Heşda Şeibî kirin, lê heya niha ziyanên ji wê êrîşê çêbûne, nehatine eşkerekirin. 

N.O