Navê dê: Kurdistan, yê bav: Amerika

Ligor hin ji medyayên Tirk, karmendê Sazûmana Penaberiyê ji ber ku aciz bûye, ku nave diya Ammar – Kurdistan e, ewî bi xwe wekî nave bav – Amerika nivîsandiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xortê bi nave Ammar El Hesen ji rojavayê Kurdistanê xwedî nasnameya penaberî li Tirkiye ye, ku îro bû yek ji mijarê sereke di medyaya Tirkiyê de. Egera wê jî ev e ku, navê diya Ammar – Kurdistan e û yê bav jî wekî – Amerika hatiye nivîsîn.

Ligor berpirsên Sazûmana penaberiyê ya Manisa ku ev nasname dayî Ammar, xeletiyek di nivîsandina nasnameyê de çêbûye. Navê dê rast e, lê navê bav di encama xeletiyek di sistema komputerî de wekî – Amerika hatiye nivîsîn.

Lê ligor hin ji medyayên Tirk, karmendê Sazûmana Penaberiyê ji ber ku aciz bûye, ku navê diya Ammar – Kurdistan e, ewî bi xwe wekî navê bav – Amerika nivîsandiye.

 

C.B