Sedir ji seraya daxwaz dike ku "Riya mirinê" kontrol bikin

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, ji çekdarên Seraya El-Selam xwest ku li ser riya Kerkûk - Bexdayê belav bibin û rewşa emnî ya wê riyê kontrol bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, ji çekdarên Seraya El-Selam xwest ku li ser riya Kerkûk - Bexdayê belav bibin û rewşa emnî ya wê riyê kontrol bikin.

Peyvdarê çekdarên Seraya El-Selam Sefa Temîmî eşkere kir, ku Muqteda Sedir ferman daye, ku hêzên wan li ser riya di navbera Kerkûk û Bexdayê de belav bibin, ji bo ewlehiya wê riyê biparêzin.

Ev yek di demekê de ye, ku beşek ji fermandeyên hêzên Pêşmerge dibêjin, bizavek heye ji bo Pêşmerge li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêmê vegerin, daku bi hevbeşî li gel hêzên Iraqî, aramiyê li wan nevçeyan vegerînin, ku piştî dagîrkariya 16ê Cotmehê, roj biroj rewşa ewlehiyê li wan deveran xirabtir dibe.

Ev demeke, çekdarên DAIŞê, liv û tevgerên xwe li ser wê riyê zêde kirine û heya niha bi riya danîna rêbendên wehmî, bi dehan welatiyên sivîl û çekdarên Heşdê revandine û kuştine.

N.O