"Tirkiye tedbîrên li dijî Ocelan tundtir dike"

Mistefa Qeresû: Zêdekirina wan fişaran bi sedema helwesta Ocelan bû li ser Efrînê, lewra tedbîrên tundtir beramberî wî hatine stendin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê konseya rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Qeresû ragihand, ku Tirkiyê fişarên xwe li ser Ebdella Ocelan, li Îmraliyê zêde kiriye û radyo û televizyon jî li ser wî qedexe kiriye.

Mistefa Qeresû di gotarekê de, ku medya nêzîkî PKK belav kiriye, behsa dawîn zanyarî li ser rewşa rêberê PKKê Ebdella Ocelan dike û dibêje: "Li gorî ew zanyariyên bidest wan ketine, piştî dagîrkirina Efrînê, Tirkiyê fişarên xwe li ser Ocelan li Îmraliyê zêde kiriye, pêştir radyo û televizyon li cem wî hebûn, lê niha ew jî li ser wî hatine qedexekirin".

Qeresû diyar kir, ku "Zêdekirina wan fişaran bi sedema helwesta Ocelan ya derbarê Efrînê bû, lewra tedbîrên tundtir beramberî wî hatine stendin".

Rêberê PKK Ebdella Ocelan, di 15ê Sibata 1999an de, di operasyoneke hewalgirî de, li Kînya hat girtin, piştre bi firokeke Tirkî taybet, ji bo Tirkiyê hat veguhestin û ji wê demê ve heya niha di girava Îmraliyê de zindankirî ye.

N.O