Amerîka û Brîtanya hewla vegera Pêşmerge bo Kerkûkê didin

Amerîka û Brîtanya hewla vegera hêza Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê didin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka û Brîtanya hewla vegera hêza Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê didin, ji ber wê jî bi Wezîrê Pêşmerge re civiyan û hewl didin hikûmeta Iraqê jî bê ser rê da ku mîkanîzma salên berî 2014an li navçê bê cibicîkirin. Ev jî piştî ku gihîştin wê baweriyê ku bê hêza Pêşmerge, artêşa Iraqê nikare ewlehiya wan navçeyên biparêze.

Emîndarê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê Cebar Yawer di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber ewlehî û aramiya navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Hevpeymaniya Navdewletî hewl dide careke din proseya berî sala 2014an li wan navçeyên cibicî bike. Wezrê Pêşmerge jî derberê hevahengiya hevbeş de amadehiya xwe nîşan da, ku ew prose dest pê bibe, tenê maye ku Hevpeymaniya Navdewletî bi hikûmeta Iraqê re guftûgoyê bike.”

Wezareta Pêşmerge razemendiya xwe nîşan da ku piştî vegera Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanê re, kar bi mîkanîzma salên 2011 – 2014an were kirin, ku bi hevahengiya hevbeş di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê were kirin.

Cîgirê Serokerkanê Hêzên Pêşmerge Qareman Kemal li ser wê mîkanîzê ji K24ê re got: “Berî şerê DAIŞê binkeyên hevbeş bi artêşa Iraqê re li Neynewa, Diyala û Kerkûkê hebûn û li binkeyên her sê parêzgehan efserên Pêşmerge û artêşa Iraqê hebûn. Herwiha 22 xalên me yên hevbeş hebûn.”

Ji bo vê prose ta niha ti civînek di navbera Wezareta Pêşmerge û artêşa Iraqê de nehatine kirin, ew hewl jî tenê di navbera Amerîka û Brîtaniyan bi Wezareta Pêşmerge re heye. Parlemantereke Kurd a li Bexdayê gûmana wê heye ku hikûmeta Iraqê razî bibe ku Pêşmerge di demeke nêzîk de vegere wan navçeyên berî 16ê Cotmehê.

Parlemantera Kurd li parlemantoya Iraqê Emîre Zengene ji K24ê re got: “Ne di wê baweriyê de me ku Bexda razî bibe Pêşmerge di demeke nêzîk de vegere Kerkûk û derdora wê, ji ber ku niha hilbijartin nêzîk bûne û heger Kurd vegere Kerkûk û navçeyên Kurdistanî, giraniya wan li wir namîne, loma ew hewla lawazkirina pêgeha Kurd li navçê didin.”