Artêşa Tirkiyê li xaleke asayişê li gundekî Dêrika Rojavayê Kurdistanê da
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî peyamnêrê K24, îro sibehê artêşa Tirkiyê xaleke asayişê li gundê Xirab Reşkê li ser riya Sêmalka ya bi ser bajarê Dêrkê ve, armanc kir û di encamê de, du endamên asayişê birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve, medya nêzîkî YPG ragihand, ku şervanên YPG bersiva wê êrîşê dan û di encama bersivdayinê de, 2 serbazên Tirkiyê hatin kuştin.
Di roja 20ê Çileya derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin girûpên opozisyona Sûryê, li Efrînê dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirin û piştî nêzîkî du mehan ji şer, di 18ê Adara derbasbûyî de, artêşa Tirkiyê dagîrkirina Tirkiyê ragihand.
N.O