AK Partî: Dengên me yên kurdan zêde dibin

Di pêvajoya Hilbijartinên 2019'an de li Bakûrê Kurdistanê di navbera her du partiyên sereke, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de rikberiya li ser dengan zêde dibe. Rayedarên AK Partiyê dibêjin; Kurd ji AK Partiyê dûr neketin e û bi taybetî jî li Bakur dengên AK Partiyê zêde dibin. Lêbelê rayedarên HDP, berovajiya AK Partiyê dibêjin; Kurd ji siyaseta AK Partiyê aciz in û dengên AK Partiyê jî kêm dibin.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Di pêvajoya Hilbijartinên 2019'an de li Bakûrê Kurdistanê di navbera her du partiyên sereke, Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de rikberiya li ser dengan zêde dibe. Rayedarên AK Partiyê dibêjin; Kurd ji AK Partiyê dûr neketin e û bi taybetî jî li Bakur dengên AK Partiyê zêde dibin. Lêbelê rayedarên HDP, berovajiya AK Partiyê dibêjin; Kurd ji siyaseta AK Partiyê aciz in û dengên AK Partiyê jî kêm dibin.

Pêvajoya hersê hilbijartinên 2019'an, li Tirkiye û bakûr bûye mijara sereke ya rojevê. Li gorî hin siyasetmedar û şîrovekarên siyasî ji ber siyaseta Ak Partiya ya li hember Kurdan, dengên wê kêm dibin. Lê belê Serokê AK Partiyê yê Şaxa Diyarbekirê yê nû Suleyman Serdar Bûdak dibêje; di 17'ê Adarê de qelebalixa ku Serokomar Receb Tayîb Erdogan pêşwazî kir nîşan dide ku piştgiriya ji bo AK Partiyê zêde dibe. Bûdak, ne di wê baweriyê de ye ku tifaqa AK Partî û MHP'ê li ser dengên Kurdan bandoreke neyînî bike.

Suleyman Serdar Bûdak ji K24ê re wiha axivî: "Em di wê baweriyê de ne ku dê rêjeya dengên me li herêmê zêde bibin. Di hilbijartinan de tifaq tên kirin lê ez ne di wê baweriyê de me ku ev tifaqa AK Partî û MHP'ê li herêmê bandoreke neyînî peyda bike."

Ji aliyê Ak Partiyê ve yek ji amarên propagandaya pêvajoya hilbijartinan, xebatên ku bi destê qeyûman tê kirin in. Rayedarên Ak Partiyê dibêjin; di salekê de qeyûman bi qasî 16 salan xizmet kirine û xelk jî ji vê xizmetê kêfxweş e û encama vê xizmetê jî dê di sindoqan de xwe diyar bike. HDP di pêvajoya hilbijartinan de girtina siyasetmedaran, tayînkirina qeyûman û bûyerên li bakûr derdixe pêş. Parlementera HDP'ê ya Diyarbekirê Sîbel Yîgîtalp jî zêdebûna dengên AK Partiyê ji rastiyê dûr dinirxîne û dibêje; dê Kurd di hilbijartinan de kirinên Ak Partiyê yên li hember Kurdan li ber çavan bigirin.

Sîbel Yîgîtalp dibêje: "Pêşî hûn ê nirxên Kurdan binpê bikin û ji holê rakin, dûre hûn ê bibêjin dengên me di nav Kurdan de zêde dibin. Ev ji rastiyê dûr e. Li bakûr gelek tiştên giran bi serê Kurdan hatin. Kurd siyaseta Enqereyê ya li dijî Başûr û Rojava jî ji bîr nake. Gelo kîjan Kurd dê dengên xwe bidin we?"

Rayedarên AK Partiyê tînin zimên ku; ji bo çareserkirina Pirsa Kurd êdî bi tu rêxistinên çekdar re rûnanin û dê bi gavên demokratîk jiyana gelê herêmê aram bibe. Rayedarên HDP'ê jî dibêjin; di Rewşa Awarte de binpêkirinên mafên Kurdan zêdetir bûn û jiyana xelkê aloztir bû. Şîrovekarên siyasî amaje dikin ku; hîn ji bo hilbijartinên herêmî salek maye; di nav salekê de dê ziman û siyaseta herdu partiyan yan bi erênî yan bi neyînî li ser tercîha dengdêran bandora xwe bike.