Yildirim: Em dê gefên liser welatê ji holê rakin

Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, heta ku gef li ser welatê wan hebe, ew dê li Minbic, rojhelat û rojavayê Feradê çi pêwîst be bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Serokwezîrê Tirkiyê dibêje, heta ku gef li ser welatê wan hebe, ewê li Minbiç, rojhelat û rojavayê Feradê çi pêwîst be bikin.

Da xuyakirin, welatên ji derve hatine wek kole nêzîkî xelkê deverê dibin û ew dixwazin xelkê Minbicê pêşeroja xwe, bixwe diyar bike. Yildirim, beriya ku ber bi Mogolistanê bire bikeve bersiv da pirsên rojnamevanan.

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim -got:

"… Minbic, sedem her çi be, devereke berhemdar e. Bala herkesî dikşîn e. Amerîka hat, naxwaze derkeve, niha jî Fransa tê. Dibe ku hinekên din jî bên. Lê yên tên, nabêjin xwediyên vê derê kî ne? Xwediyên vê derê sedî 90'ê zêdetir Ereb in. Mixabin xwediyên wê derê, wek kole tên dîtin û bi nêzîkatiyên xerab re rûbirû dimînin. Hin welatên ji derve hatine, xwe dane quncikên serî. Tiştên em dijî derdikevin, Serokomarê me dijî derdikeve ev e. bila bihêlin şîniyên vê derê li welatê xwe biryara ayendeya xwe bidin. Hestiyariya me diyar e. Minbiç, rojhelatê Feradê, rojavayê Feradê, heta ku teror li wan deveran hebe, em şûn ve gav navêjin û têkoşîna xwe berdewam dikin."

 

 

C.B