Siûdiye: Divê em û Israîl li dijî Îranê nêzîkî hev bibin

Mosad: Divê rêketina etomî li gel Îranê, yan bê guhertin yan jî bê hilweşandin, ji ber ku gefê li ser hebûna Israîlê çêdike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Cînişînê Siûdiyê Mihemed Bin Selman ragihand, ku Îran dujmina hevbeş ya Siûdiyê û Israîlê ye, ji ber wê yekê, pêwîst e herdu welat beramberî Îranê nêzîkê hev bibin.

Mihemed Bin Selman di hevdîtinekê de, li gel govara The Times ya Amerîkî ragihand, ku guhertinên mezin di warên abûrî, civakî û siyasî de, wê li Siûdiyê çêbibin û riwê wî welatî wê bi temamî bê guhertin.

Bin Selman got jî: "Îran dijmina hevbeş ya Siûdiyê û Israîlê ye, ji ber vê yekê pêwîst e, Israîl û Siûdiye pêwendiyên abûrî li gel hev destpê bikin".

Berî çend rojan Mihemed Bin Selman ji govara Atlantik ya Amerîkî re gotibû: "Ji mafê Israîlê ye xwediya dewleta xwe be".

Ji aliyê xwe ve, serokê dezgeha hewalgiriya Israîl "Mosad" Yusi Kohin ragihand, ku ew piştrast in û ti gumanêk li cem wan tine ye, ku Îran bi berdewamî kar ji bo çêkirina bombeya etomî dike".

Yusi Kohin  ji rojnameya "The Times of Israel" re takaz kir, ku pêwîst e civaka navdewletî, yan rêketina etomî li gel Îranê bi temamî biguhere yan jî wê rêketinê hilweşîne".

Kohin biryara rakirina sizayan ji ser Îranê şermezar kir û got: "Îran yek çirkeyê jî, dest ji pirojeyên xwe yên serbazî bernedaye û ew rêketina li gel Îranê hatiye kirin, armancên wê bicî tîne. Lewra divê ew rêketin yan bê guhertin yan jî bê hilweşandin, ji ber ku gefê li ser hebûna Israîlê çêdike".

N.O