Koşka Sipî: Emê di zûtirîn dem de hêzên xwe ji Sûryê bikişînin

Sarah Sanders: Amerîka rijd e li ser jinavbirina DAIŞê bi yekcarî û nehiştina wan astengiyan, ku rê li ber vegera hêzên mê digirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdara bi navê Koşka Sipî Sarah Sanders ragihand, ku ti guhertin di karên îdara Amerîkî de çênebûye û nerîna serokê Amerîka Donald Trump, li ser wan karan zelal e û dixwaze di zûtirîn dem de, hêzên Amerîkî ji Sûryê bikişîne.

Sarah Sanders diyar kir, ku Amerîka rijd e li ser jinavbirina DAIŞê bi yekcarî û nehiştina wan astengiyan, ku rê li ber vegera hêzên wê digirin.

Ew daxuyaniyên Koşka Sipî di demekê de ne, ku duh serokê Frensa Emmanuel Macron ragihandibû, wî kariye serokê Amerîka Donald Trump rzaî bike, ku hêzên Amerîkî li Sûryê bihêle.

Di Şemiya derbasbûyî de, 14/4/2018an, Amerîka, Frensa û Birîtanya, bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê bordûman kirin.

Ew bordûmana Amerîka û hevpeymanên wê, piştî wê yekê hat, ku di 7/4/2018an, hêzên rêjîma Sûryê bi çekên kîmawî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kirin û di encamê de, nêzîkî 150 welatiyên sivîl canê xwe jidest dan.

N.O