Piştevaniya Amerîka ji Herêma Kurdistanê re berdewam e
K24 - Navenda Nûçeyan
Amerîka tekeziyê li ser berdewamiya pêwendî û piştevaniya Herêma Kurdistanê dike û daxwaz dike Hewlêr û Bexda di danûstandinan de berdewam bin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kir, ku ji nûnerê taybet yê serokê Amerîka di Hevpeymaniya dijî DAIŞê de Brett Mcgurk û balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman û Andro Pik alîkarê cîgirê wezîrê derve yê Amerîka ji bo karûbarên Iraq û Îranê û Kin Gros konsilê Amerîka li Hewlêrê pêk dihat.
Wê şandê destxweşî li pêngavên destpêkirina diyalogê di navbera Hewlêr û Bexda de kir, ku bû sedema normalbûna pêwendiyan û vekirina firîngehên Herêma Kurdistanê û şandina beşek ji mûçeyên fermanberan.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî sipasiya piştevaniya Amerîka ji bo destpêkirina danûstanên di nav Hewlêr û Bexdayê de kir û tekezî li ser wê yekê kir ku danûstandin take rê ye ji bo çarekirina pirsgirêkan û amadebûna Kurdistanê ji bo berdewamya danûstandinan da xuyakirin.
N.O