Necmedîn Kerîm: Divabû Kurd beşdarî hilbijartinên navçeyên dagîrkirî nebûna
K24 - Navenda Nûçeyan
Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm diyar kir, ku beşdariya Kurdan di hilbijartinên navçeyên madeya 140î de, şaştî ye û divabû Kurdan li wan navçeyan hilbijartin baykot kiribana, ji ber ku ew navçeyana dagîrkirî ne.
Di simînareke Navenda Widro Wilson de ji bo lêkolînan û diyalogê, li Washingtonê. Necmedîn Kerîm, behsa çarenivîs û pêşeroja Iraqê û rola Kurdan û encamên hilbijartinan kir.
Di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, pêşbînî kir, ku Kurd di van hilbijartinan de, wek sala 2014an serketinê bidest ve naynin.
Necmedîn Kerîm zelel kir, ku beşdariya Kurdan di hilbijartinên Perlemana Iraqê de li Kerkûkê û navçeyên dagîrkirî şaştî ye, ji ber ku rewşa wan navçeyan nenormal e, gelek xelk ji wan navçeyan meşext bûne.
N.O