Lavrov: Amerika gefan li Tirkiye dixwe

Lavrov axaftinên Cîgirê wezîrê derve yê Amerikayê Wess Mitchell, ku ger Tirkiye mûşekên S – 400 ji Rûsya bikire dikare rastî hin sizayan were, wekî nimûneya gefê binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, piştî hevdîtina xwe ligel Karin Kneissi – Wezîra derve ya Nemsayê, di kongreya rojnamevanî ya hevbeş de liser pirsekê ragihand ku, Amerika gefan li Tirkiye dixwe.

Lavrov axaftinên Cîgirê wezîrê derve yê Amerikayê Wess Mitchell, ku ger Tirkiye mûşekên S – 400 ji Rûsya bikire dikare rastî hin sizayan were, wekî nimûneya gefê binav kir. Herweha Lavrov destnîşankir ku, Amerika bêyê bersîvek hevbeş a NATOyê bi sere xwe biryaran dide.

Tirkiye di proseya kirîna mûşekên S – 400 ji Rûsya ye û ji alî NATO, herweha Amerika ve ev pêngav lidij mekanizmaya ewleyî ya welatên endam ên NATOyê tê nirxandin.

 

C.B