CHP: Namzediya Gul a Serokomariyê ne di rojeva me de ye
K24 – Navenda Nûçeyan
Cîgirê Serokê Fraksiyona Partiya Komarî ya Gel (CHP) di Parlementoya Tirkiye de Ozgur Ozel bi daxûyaniyekê ragihand ku: “Namzediya Abdullah Gul ji bo Serokomariyê tu caran nehatiya rojeva Partiya me”.
Ozgur Ozel herweha nûçeyên medyayî ku, dê Abdullah Gul bibe namzedê opozisyonê bi derew derxist: “Besê! Ewqas gotegot bes derew in. Dixwazin gengeşeyek nerast dinav me de derbixin. Di rojeva CHP de tu caran navê Gul ji bo Serokomariyê nehatiye axaftin û dê tu caran jî neyê rojeva me”.
Bi taybetî di medya Tirkiye de dihat axaftin ku, Abdullah Gul wekî bijardeya yekem a Opozisyona Tirkiye ye û liser vê yekê dinav Opozisyonê de gelek civîn û hevdîtin hatine lidarxistin.
C.B