Him Opozisyon û him jî deshilata Tirkiyê rol û bandora dengê Kurd têgihiştine

Mesud TEK – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK)

Tirkiye diçe hilbijartinek pêşwext a hestiyar. Hilbijartinên Tirkiye bi awayek yekrast bandora xwe li rastiya bakurê Kurdistanê dikin. Ji aliyê xwe ve, hest û helwêsta dengdêrên Kurd bandorek berfereh li hilbijartinên Tirkiye dike, ligor gelek zanyar û pîsporan reng dide encamên hilbijartinên Tirkiye.

Di vêçarçoveyê de Kurdistan24 dosyeyek – helwêsta Partiyên Kurdistanî  - di hilbijartinê Tirkiyê de û Bandora Kurd di hilbijartinan de amade kir.

Bersîvên Mesud TEK – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK)

Hilbijartinên pêşwext ên Tirkiye, dikarin bandorek erênî li gengeşekirina rastiya Kurd li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bikin?

Bê guman her hilbijartin derfetek e gelek girîng e di warê xebata legalî û siyasiyê da. Dikarin bêjin ku, ligel gelek kêmasî û çewtî û xeletî, tevgera azadiya Kurdistanê ji hilbijartinan sudmend bûye û guman têda nine vê carê ji wê usa be. Tevgera siyasî û legal a Kurdistana Bakurê dikare hilijartinên pêşwext ên Tirkiyê bi kar bîne û rûye rastî a siyaseta dij-mîrovî û dij azadiya Kurdistanê ya hikumeta AK Partî eşkere bike, dikare hilbijartinên hanê bike hencetek ji bona pêşve birina xebata azadî û demokrasî û wekheviyê.

Bi kurti dikarim bêjim, bandora hilbijartinên hanê wê erêni be, him di warê gengeşî kirina pirsa Kurdistan û derxistina rûye rastî ya karbidestên Tirkiyê di warê kêşe û aloziya navçeyê Rojhilat û him jî dibe alikariyek da ku hêzên Kurdistani û demokrat û guhartinxwazên Tirkiyê nêzikê hevdu bin.

Dengên Kurdan – di hilbijartinan de xwedî rolek çawa ye?

Ger hezên Kurdistana Bakur li ser bernameyeka niştimanî û demokratîk li hev bên, halwestên xwe bikine yek û bi hevra kar û xebatê bikin, rola dengên kurd di hilbijartinan da, bi taybetî di hilbijartina serokkomarî da dibe çarenussaz. Bi gor bîr û baweriya min hevkariya partî û rêxistinên Kurdistana Bakur, divê pêkve biryar bidin, ku piştgiriya kîjan berendamê/a serokkomar bikin.

Tevgera Kurd – rola dengê Kurd di hilbijartinên pêşwext çawa dikare bîne rojevê û derfetê jê bidest bixe?

Tecrube û ezmunên me nişan didin, ku her hilbijartin derfeteke guncav e, ku tevgera Kurd û daxwaza gelê Kurdistan yên serekî bêne rojeva siyasiya Tirkiyê. Ger her partî û rêxistin bi cuda cuda beşdarê hilbijartinê bin, bê guman bandora dengê Kurdan wê kêm be. Lê ger hêzên Kurdistanî bi yekdengî û yekhalwestê pêşwaziya hilbijartinan bikin, bê şîk û guman bandora me wê zêdetir be.

Ligor baweriya we – aliyê Kurd di van hilbijartinan de, dive xwedî helwêstek çawa (nêzîkahiya blok, hevpeyman, hevkariyan) be?

Bi gor bîr û baweriya min nav û nişana hevkariya Kurdistanî di hilbijartinan da ne ewqas girîng e, blok jî dibe, hevpeymanî ji dibe, hevkarî ji… naverok û nasnameya hevkarî girîngtir e, bername û şiweyê xebat girîngtir e…

Damezrandina bloka Kurdistanî, dikare rolek bandorî di hilbijartinan de hebe?

Bê guman bandora hevkariya me, ku me pêkaniye, lê belê me hêşta imze nekiriye û ranegihandiye, wê gelek bi hêz be. Reaksiyon û bertekên gelê kurd û rêxistin û saziyên medeni û demokratîk û kesayetiyên serbixwe jî gelek pozitif e û dibêjin “dê vê carê hevkariyê guncav û rastbîn pêkbînin, daku em ji bi dilrexetî biçine ser sindoqan û piştgiriya hevkariya we bikin.”

Desthilat û Opozisyona Tirkiye di zanyariya giringiya dengê Kurd de ne?

Bê guman him opozisyon û him jî deshilata Tirkiyê rol û bandora dengê kurd têgihiştine. Lê belê hêşta bernameyê wan a rêk û pêk a ku daxwaza Kurdan jî têda hebe, dîyar nine. Desthilat ango AK Partî bi hevkariya xwe ligel MHP nişan daye, ku bo wê parastina dewlet girîngtir e ji mafê Kurd û demokrasiyê. Opozisyon jî ji ber ku raya Kemalist û nasyonalistan bi aliyê xwe bikêşê, nexxwaze dilê wan bişkêne, ku derheqa mafê Kurdan, çu ferq û cadati di nava wan da nine. Tenê hevkarî, yekdengî û yekhalwestiya me dikare siyaseta hanê ya deshilat û opozisyonê bigore.

 

C.B