Taşçier: Em ê di gera duyemîn de dengên xwe bidin kesê ku pirsa Kurd çareser bike

Rayedarên HDP’ê jî dibêjin dê di gera pêşîn de namzedê me hebe lê ji bo gera duyemîn HDP pişgtiriya kê bike, dê ew bi ser bikeve.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Bakurê Kurdistanê jî liv û tevgera hilbijartinên pêşwext didome. Li gorî zanyariyên ku rayedarên Partiya Demokratîk a Gelan HDP radigihînin; dê di gera yekemîn de namzedê wan hebe lê di gera duyemîn de dê dengên xwe bidin namzedê ku ji bo Çareserkirina Pirsa Kurd xwedî proje be. Nûnerên Partiyên Kurdistanî jî dibêjin; heger bloka Kurdî ava bibe û di hilbijartinan de bi hêz be, dê êdî Enqere guhdariya Kurdan jî bike.

 Li Tirkiye û Bakur nîqaşên li ser hilbijartina serokomariyê gavekê li pêşiya hilbijartinên parlementoyê ne. Lewra partiyên muxalefetê dixwazin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di hilbijartinan de bi ser nekeve. Lê hîn jî li hember Erdoganî namzedekî hevpar diyar nekirine. Rayedarên HDP’ê jî dibêjin dê di gera pêşîn de namzedê me hebe lê ji bo gera duyemîn HDP pişgtiriya kê bike, dê ew bi ser bikeve. Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier got; di gera duyemîn de em dengên xwe nadin Erdoganî lê em niha nabêjin em ê dengên xwe bidin dijberê Erdoganî jî.

Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ji K24ê re jî wiha axivî: “Kesekî ku di derbarê Çareserkirina Pirsa Kurd, aştî û demokrasiyê de projeyên wî hebin û bikaribe di derbarê van pirsan de gavan bihavêje, em ê hingê bikaribin di gera duduyan de dengên xwe bidin wî.”

Hem aliyên nêzî HDP’ê hem jî Partiyên Kurdistanî dibêjin ku di gera duyemîn de Meral Akşener û Erdogan bimînin, dê dengên xwe nedin herdu namzedan jî û bijardeya boykotê jî dê binirxînin. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mihemed Emîn Kardaş jî dibêje; heger partiyên Kurdistanî, HDP û Huda-Par bi hev û din re tevbigerin, dê ji bo bidestxistina mafên Kurdan jî bibin xwedî hêz. Kardaş, bijardeya neçûna ser saidoqan jî wiha dinirxîne.

Serokê PDK-T Mihemed Emîn Kardaş dibêje: “Heta niha helwesta me ew e ku em neçin ser sindoqên parlemento û serokomariyê. Em wekî PDK-T xwe wekî namzed ji desthilatdariya Tirkiyeyê re nabînin. Ji ber vê yekê çûyîna Enqereyê ji bo me bêwate ye.”

Berpirsên HDP’ê amaje dikin ku di gera duduyan de dê bi şert piştgiriya namzedê serokomariyê bikin.  Partiyên Kurdistanî jî dê di 30’ê Nîsanê de bi civîneke berfireh helwesta xwe diyar bikin.  Lê li gorî daxuyanên rayedarên HDP’ê û Partiyên Kurdistanî, di serî de Çareserkirina Pirsa Kurd; aştî û aramiya civakê, wekî şert û mercên piştgiriya namzedan derdikeve pêş.