Friedman: Iran dikare PKK lidij Tirkiye bikar bîn e

Ligor Friedman Tehran bijardeya bikaranîna PKK dikare bigre rojeva xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Pîsporê Rojhilata Navîn û Efrîqa di Navenda Moshe Dayan de Brandon Friedman, liser gûmanên nakok û dijberiyên berjewendiyên Tirkiye û Îranê di herêma Rojhilata Navîn û bi taybet di Suriye de gotarek berfereh di malpera dayan.org de weşand.

Freidman di gotara xwe de destnîşan dike ku, herçend liser mêzê wekî ku hevkariyek xûrt di navbeyna Tehran û Enqere de xûya dike jî, lê liser erdê berjewedniyên dijber ên her dû dewletan hene. Hevkariya herî girîng a di navbeyna Iran û Tirkiye de, hevkariya lidij herêma Kurdistanê binav dike.

Lê ligor Friedman niha rewşek din lipêş Tehran û Enqere ye. Pêkanîna Operasyona Efrînê ligel “Artêşa Azad” û kontrolkirina deverek berfereh liser sînorên Tirkiye-Suriye, ne bi dilê Iranê ye. Herweha Operasyonek hemberî Şingalê jî, dê lidij plan û projeyên Iranê li herêmê bin.

Jiber van xalên jorîn û berjewendiyên dijber ên her du welatan, ligor Friedman Tehran bijardeya bikaranîna PKK dikare bigre rojeva xwe.

 

 

C.B