Îranê bersîva Israilê da

Wezîrê bergirî yê Îranê Emir Hatemî daxûyaniyên Israilê, wekî pêngavên derew binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Daxûyaniyên SerokwezîrêIsrailê Bemjamin Netanyahu ku, Komara Islamî ya Iranê derewan li cîhanê dike û di destê wan bi hezarên belgeyên liser vê yekê hene, ji alî Iranê ve bi tundî hatin bersîvdan.

Wezîrê bergirî yê Îranê Emir Hatemî daxûyaniyên Israilê, wekî ragihandinên derew binav kir. Hatemî destnîşankir: “Rejîma dagîrker a Qudisê û hevalbendên wê dive bizanin her pêngavek wan a metirsîdar beramberî Îranê, dê bêbersîv nemîne. Iran dê bihêle ku hûn poşman bibin”.

Berî ragihandina helwêsta Amerika girêdayî rêkeftina atomî, beramberî Îranê û bernameya wê ya atomî, bi taybetî ji alî Israilê ve hate ragihandin ku, Iran bernameyên bidizî birêve dibe û di destê wan de liser vê yekê belge û dokument hene.

 

 

C.B