Îran gefa tolhildanê li Israîl dike

NBC News: Israîl daxwaza piştevaniyê û hevkariyê ji Amerîka kiriye daku êrîşî bingehên Îranî li Sûryê bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Taran gefa tolhildanê li Israîl dike, piştî ku di encama bordûmana firokeyên cengî yên Israîlê de, li ser bingeha serbazî T4 ya Sûrî hejmarek ji çekdarên Îranê hatin kuştin.

Serokê Komîteya Ewlehiya Netewî û Siyaseta Derve ya Encûmena Şûra ya Îranê Elaedîn Birûcerdî, di kongirekî rojnamevanî de got: "Êrîşên qewareya sayonîzmî li ser şêwirmendên Îranî li Sûrya, mafê bersivdanê ji wan re heye".

Herwiha got: "Ev çend sal in Îran û Rûsya hevrêziya siyasî û serbazî dikin, wê hevrêziyê hiştiye ku, terorîst bên jinavbirin, di heman demê de em pêşwaziyê li her gavekê dikin ji bo çarekirina kirîza Sûrya bi riyên siyasî".

Daxuyaniyên Birûcerdî, piştî derbasbûna çend rojan ji êrîşa li ser çend bingehên serbazî yên Sûrî, li Heleb û Hemayê hatin, tevî ku ti aliyekî berpirsatiya xwe li ser wê êrîşê ranegihand, lê berpirsên Amerîkî tekez kirin, ku Israîl bi wê êrîşê rabûye û firokeyên cengî ji corê F15 bikar anîiye.

Li aliyekî din jî, televizyona "NBC News" ya Amerîkî, ji ser zimanê sê berpirsên pile bilind yên Amerîkî belav kiriye, ku Israîl daxwaza piştevaniyê û hevkariyê ji Amerîka kiriye daku êrîşî bingehên Îranî li Sûryê bike.

N.O