Serok Barzanî ligel Cîgirê Serokomarê Iraqê civiya

Serok Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî, li Selahedîn, dawî rewşa Iraqê gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî, li Selahedîn, dawî rewşa Iraqê gotûbêj kirin.

Serok Barzanî pêşwazî li Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya "Qerara Iraqî" Osama Nuceyfî kir.

Di hevdîtinê de, dawî guhertin û pêşhatên siyasî liser asta Iraqê û navçeyê hat gotubêj kirin. Herweha derbarê pêşeroj û hevkêşeyên siyasî, yên nav proseya siyasî ya Iraqê hate gengeşe kirin.

Her du alî liser wê yekê hevnerîn bûn ku, di her pêşhateke siyasî de, di pêwendiya berdewam de bin.

 

 

C.B