PDK, Xwepêşandanek cemawerî li Silêmaniyê encam da

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulanê de xwepêşandanek cemawerî ya berfereh li bajarê Silêmaniyê lidar xist

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulanê de xwepêşandanek cemawerî ya berfereh li bajarê Silêmaniyê lidar xist.

Di xwepêşandanê de, yekem Serokê liqê Silêmaniyê yê PDK Edhem Barzanî û piştî wî jî Cîgirê Serokê PDK û Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axaftin kirin.

Cîgirê Serokê PDK diyarkir ku, “li Silêmaniyê hemberî PDK terorek fikrî hatiyê birêvebirin û PDK lihember vê rawestiya ye. Niha xelkê Silêmaniyê bersîva vê terorê fikrî dide û ev ramana terorî ya sistematî dijî PDK liber têkçûnê ye. Gelê Silêmaniyê xweragir-ger em PDKyî ne, hûn du caran ji me zêdetir PDKyî ne.

Wan bawer kirin, Silêmanî bajarek populist e û zerar dan Silêmaniyê. Bawerkirin ku, helwêsta hişk dê ji alî xelkê Silêmaniyê ve bê pêşewazîkirin, xwestin Silêmaniyê ji Kurdistanê veqetînin. Herweha rêz li qurbaniyên Silêmaniyê negirtin. Vîn a têkoşer a gelê Silêmaniyê nasnekirin”.

Xwepêşandan bi nasandina kandîdên parlementoya Iraqê yên PDK berdewam kir.

Hilbijartinên Parlementoya Iraqê 12ê Gulanê encam didin.

 

 

C.B