Bi fermî hate ragihandin: Demirtaş kandîdê Serokomariyê yê HDP ye

HDP bi daxûyaniyên hemdem yên Diyarbekir û Stenbolê namzetê xwe yê bo Serokomariya Tirkiyê ragihand. Namzetê HDPê Selahedîn Demîrtaş e

K24 – Navenda Nûçeyan

HDP bi daxûyaniyên hemdem yên Diyarbekir û Stenbolê namzetê xwe yê bo Serokomariya Tirkiyê ragihand. Namzetê HDPê Selahedîn Demîrtaş e. Di daxûyaniya Diyarbekrê de Hevseroka HDPê Perwîn Buldan da xuyakirin, Demîrtaş wek namzetê hevpar ê hemû partiyên Kurdan û demokratên rasteqîn e yên Tirkiyê hatiye ragehandin.

Pervîn Buldan daxûyaniya ragihandina Demirtaş wekî namzedê Serokomariya Tirkiyê bi van gotinan anî ziman:

“Mêvanên hêja, îro li vê derê rojekî pir girîng e û em dê daxuyaniyeke dîrokî bidin. Beriya ku dest bi axaftina xwe bikim, dixwazim namzetê me diyar bikim. Namzetê HDPê, barimteyê ku di Zîndana Edîrneyê de tê hîştin,  Parlamenterê me yê Stenbolê birêz Selahedîn Demîrtaş e.

Em şanaz in ku îro vê daxuyaniyê li Diyarbekirê didin. Birêz Selahedîn Demîrtaş, bi Hevgirtina gelê Kurd û Hevgirtina aliyên siyasî yên kurdan wek namzetê hevpar bo raya giştî hatiye ragehandin. Îro bi awayek hemdem li Stenbolê jî Hevgirtina aliyên rasteqînî yên demokratên Tirkiyê, Selahedîn Demîrtaş wek namzet tê ragehandin.

Belê îro li Diyarbekirê bi îtîfaqa Kurdan birêz Demîrtaş wek namzetê hevpar bo raya giştî hatiye ragehandin.

Selahedin Demirtaş:

10ê Nîsan a 1973an de li Xarpût a bakurê Kurdistanê hatiye dinê.

Selahattin Demirtaş, dibistana seretayî û dibistana amadehiyê li Diyarbekrê xwendiye û li Zanîngeha Enqere beşa dadê qedandiye û bûye parêzer.

Demîrtaş, piştî ku sala 2000an xwendina huquqê temam dike, tê li Diyarbekrê tevlî rêveberiya IHD'yê(Komeleya Mafê Mirovan) dibe. Hingê Osman Baydemîr serokê IHD'yê ye, lê gava ku Baydemîr di sala 2004 an de dibe serokê şaredariya Diyerbekrê, Demîrtaş dikeve dewsa wî û dibe serokê IHD'yê.

Selahattin Demirtaş endamê HDP ye û niha parlamenterê Diyarbekrê yê HDPê ye.

Di sala 2010an de  Selahattin Demirtaş ligel Gultan Kişanak wekî hevserokên DBP hatin hilbijartin.  Di sala 2011an de wekî parlementerê Colemêrgê hate hilbijartin û di hilbijartina berê ya Serokomariya Tirkiye de namzedê Serokomariyê yê HDP bûye.

Di 4ê Mijdara 2016an de hate girtin û ji wê demê ve di Girtîgeha Edirne de ye.

Demirtaş bi Başak Demirtaş re zewicî ye û du zarokên wî hene.

 

 

 

 

C.B